Swêd: Dayika 2 zarokan bi pileyeke baş zanîngeh temam kir

11-08-2023
Nebîl Omer Yûsif
Nazê Merhê û zarokên xwe
Nazê Merhê û zarokên xwe
Nîşan Kurd Serkeftin Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nazê Merhê xwediya yek ji çîrokên penaberên serkeftî yên li diyasporayê ye.

Nazê Merhê ji gundê Eleqosê yê devera Aliyan a Rojavayê Kurdistanê ye û li Swêdê xwendina xwe ya zanîngehê bi pileya herî baş temam kir.

Nazê li Sûriyeyê beşa dîrokê xwendiye, ew sala 2014an gihîşte Swêdê û tevî ku dayika du zarokan e, xwestiye xwendina berdewam bike.

Destpêkê maweyê salekê, peymangeha perwerdeyê xwendiye û piştre jî tevî hemû zehmetiyên di warê zimên û erkên wê yên malê de li Zanîngeha Omioyê heman beş temam kiriye.

"Zehmetî tê de hebûn"

Derçûya Zanîngeha Perwerdeyê Nazê Merhê got, “Zehmetî tê de hebûn, ji ber ku ez dayika 2 zarokan bûm, berpirsyariyên malê di stûyê min de bûn û ez bi ser de jî dixebitîm.”

Ji bo xwendina xwe ya zanîngehê, pêwîste bû Nazê çend mercên weke wergirtina nasnameya Swêdî û sererastkirina bawernameya xwe ya beşa dîrokî cîbicî bike.

Nazê nedixwest weke alîkarê mamosteyan bixebite û ji ber rêkarên taybet ên Coronayê xwendina zanîngehê jî bi awayekî online temam kir.

Derçûya Zanîngeha Perwerdeyê Nazê Merhê herwiha anî ziman, “Min zanîngeha perwerdeyê li Swêdê xwend.”

Armanca Nazê ya xwendina zanîngeha di warê perwerdeyê de ew bû ku karibe waneyên di pisporiya xwe de ku beşa dîrokê ye bide û ev yek jî li gorî yasa û sîstema perwerdeya Swêdê ye.

Nazê niha dikare li dibistanên Swêdê hemû waneyan bide polên 1, 6, 7, û 9an.

Herwiha dikare dersên dîrokê bide ku pispora wê beşê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst