Baskîlsiwarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li derdora Çiyayê Agirî geştê dikin

07-05-2022
RÛDAW
Hejmarek baskîlsiwaran ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çûne, dixwazin li derdora Çiyayê Agirî geştekê bikin
Hejmarek baskîlsiwaran ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çûne, dixwazin li derdora Çiyayê Agirî geştekê bikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke baskîlsiwarên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û dixwazin li derdora Çiyayê Agirî geştekê bikin. Bi giştî 350 kîlometre rê li pêşiya vê grûpê ye daku li hemû derdora Çiyayê Agirî bigerin û ew dixwazin bi vê geşta xwe balê bikşînin ser werzişa baskîlsiwariyê jî.

Hejmarek baskîlsiwaran li ser rêya navçeya Bazidê ya parêzgeha Agirî, ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û  Îranê çûne, dixwazin li derdora Çiyayê Agirî geştekê bikin. Ew di Deriyê Sînor ê Gurbulakê re derbas bûne ku dikeve navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê. Armanca wan ew e li derdora Çiyayê Agirî bi baskîlên xwe geştekê bikin.

Geştiyar Alî Mîrzaî dibêje: “Ji Îranê heta Bazîdê 60 kîlometre, ji wir heta Îdirê jî 58 kîlometre ye. Em dê ji wir biçin Aralik û Nahcîvanê û derdora Çiyayê Agirî bi bisîkletan bigerin. Rêwîtî gelekî xweş e û rewşa keşûhewayê jî baş e. Pêşwaziyeke baş jî li me tê kirin.”

Ew grûp ji 43 kesan pêk tê ku 17 ji wan jin in.  Wan piştî geşta xwe ya li beşa Çiyayê Agirî ya li navçeya Bazîdê berê xwe dane, aliyê wî çiyayî yê li parêzgeha Îdirê. 

Geştiyar Ferîde Xelêpur jî dibêje: “Hestekî gelek xweş e. Grûpa me zivistanê jî tê. Gelekî baş hilkişiyane ser çiya. Em dê îsal bi berdewamî bên.”

Bi giştî 350 kîlometre rê li pêşiya vê grûpê ye daku li hemû derdora Çiyayê Agirî bigerin. Endamên wê dibêjin her kes bi otomobîlan geştê dikin lê ew dixwazin bi vê geşta xwe balê bikşînin ser werzişa baskîlsiwariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst