Bi fermana Nêçîrvan Barzanî 3 nahiyeyên nû ava bûn

3 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Nahiye Ferman Şarya Misêrk Tenahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarokên Şarya, Misêrk û Tenahiyê yên Dihokê bi fermana Nêçîrvan Barzanî bûn nahiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana xwe ya ji bo nahiyebûna van her sê bajarokan doh derxist.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku dê ferman heman rojê were pêkanîn.

“Biryar ji bo xizmeta gel e”

Alîkarê Parêzgarê Dihokê Macîd Seyd Salih li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Biryar ji bo xizmeta gel e. Nifûsa wan bajarokan zêde ye. Tenê nifûsa Tenahiyê nêzîkî 70 hezar kesî ye.

Piraniya şêniyên Şaryayê xwişk û birayên me yên Êzidî ne û nifûsa wê derê zêde bûye.

Şarya, bi darê zorê hatibû avakirin û hema bêje şêniyên 12 gundan lê hatibûn bicihkirin.”

Macîd Seyd Salih amaje pê kir ku biryar ji bo berjewendiya xelkê ye û dê ji bo karên fermî jî hêsanker be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst