Saziyeke Herêma Kurdistanê 5 milyon dolar alîkarî şandiye Xezeyê

02-04-2025
RÛDAW
Serokê Saziya Bexteweriyê Hacî Karwan bû mêvanê bernameya Rûdawî Îro ya Rûdaw TVyê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Serokê Saziya Bexteweriyê Hacî Karwan bû mêvanê bernameya Rûdawî Îro ya Rûdaw TVyê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hacî Karwan Saziya Bextewarî Xeze Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Bexteweriyê ya li Hewlêrê Hacî Karwan diyar kir ku kêmbûna xurekê li Xezeyê derketiye asta herî jor û got, “Ji destpêka şer ve me 5 milyon dolar alîkarî şandiye Xezeyê.”

Serokê Saziya Bexteweriyê Hacî Karwan bû mêvanê bernameya Rûdawî Îro ya Rûdaw TVyê û bal kişand ser wê yekê ku krîza mirovî ya li Xezeyê her diçe kûr dibe.

Hacî Karwan got, "31 roj in Xeze di bin dorpêçeke giran de ye. Êdî ne li bakur û ne jî li başûr kîloyek ard jî nayê dîtin. Xelk di nav krîza xurekê de ye."

"Xelkê dest bi xwarina giyayên kiriye"

Hacî Karwan diyar kir ku nûnerên wan ên li Xezeyê van rojên dawî bi ti awayî nekarîne ard peyda bikin û li marketan jî ti xurek nemane.

Wî diyar kir ku ji ber birçîbûnê xelkê dest bi xwarina giyayan kiriye.

Karwan da zanîn ku rewşa aborî ya li Xezeyê xirab bûye û got:

“Bihayên xurekan pir zêde bûne. Hêza kirînê ya xelkê bi temamî nemaye. Ne tenê xurekên hişk, sebze jî nayên dîtin.

Bihayê 3 bacanan 20 dolar e, 2 pîvaz jî ji 7 dolaran zêdetir e."

"Krîza avê kûr dibe"

Bi gotina Hacî Karwan li bakur, navîn û başûrê Xezeyê sê tîmên cuda yên alîkariyê hene.

Hacî Karwan destnîşan kir ku kêmbûna ava paqij bûye krîzeke mirovî ya mezin got:

"Ji ber axa Xezeyê, kolandina bîrên avê ne hêsan e, bîr herî kêm 350 metre kûr in û piraniya wan ava şor dihewîne.

Îsraîl destûrê nade ku av bi tankeran bikeve û dest datîne ser çavkaniyên avê yên heyî."

"Behxş ji 500 dînarî heta 60 hezar dolarî diguhere"

Hacî Karwan derbarê bexşên ku ji Herêma Kurdistanê ji bo Xezzeyê hatine kirin jî agahî da û got:

“Ji dema ku krîza li Xezeyê dest pê kiriye heta niha, tenê saziya me zêdetirî 5 milyon dolar alîkarî şandiye.

Ev alîkarî bi temamî ji aliyê xêrxwazên li Herêma Kurdistanê ve hatine dabînkirin."

Hacî Karwan diyar kir ku miqdarên bexşan li gorî hêza aborî ya kesan diguhere û got, "Hinek hatin cem me û gotin 'Tenê 500 dînarên min hene, ez wan bexş dikim Xezzeyê', hinek jî bi hezaran dolar bexş kirin."

Serokê Saziya Bexteweriyê bal kişand ser piştgiriya xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo Xezeyê û got:

“Pîremêrêkî ji herêma Betoenê 60 hezar dolar bexş kir" û diyar kir ku xelk ji dil alîkariyê dike.

Birçîbûn li Xezzeyê kûr dibe

Krîza xurekê ya li Xezeyê, bi sepandina dorpêça Îsraîlê ya li ser herêmê ji 2ê Adarê ve xerabtir bûye. Îsraîl destûrê nade ku ti alîkarî bikeve û êrişên xwe didomîne.

Rayedarên Îsraîlê dibêjin ku armanca dorpêç û êrişan ew e ku Hemasê neçar bike ku rehîneyan berde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst