Li Sêwazê otobusek ji rê derket: 2 mirî, 23 birîndar

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maciranê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan wergeriya û 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku ji bajarê Yalovayê yê Tirkiyeyê rêwî vediguhastin bajarê Erzinganê yê Bakurê Kurdistanê li navenda navçeya Maciranê ji rê derket û qulibî.

Di encama qezayê de 2 kes li cihê bûyerê mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Sêwazê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst