Îro li seranserê cîhanê, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, Îraq, Sûriye, Îran û Libnanê Cejna Ekîtoyê ango jî CejnaSserê sala Babilî-Aşûrî hat pîrozkirin
Di pîrozbahiyên li Dihokê de, bi cilên neteweyî, reqs, muzîk û stranan çalakî hatin lidarxistin.
Ekîto xwedî dîrokeke kevnar e û dîroka wê diçe 5300 sal beriya zayînê.
Cejna Ekîtoyê ku hem sala nû ya gelê Asûrî/Siryanî ye, sembola nûbûna xwezayê û hatina biharê ye.
Ekîto ku di bingehê xwe de festîvaleke olî ye, di heman demê de jiyan û nûbûnê jî temsîl dike.
Her çi qasî di destpêka sedsala 20an de hatibe jibîrkirin jî, Ekîto ji bo parastina nasnameya gelê Asûrî/Siryanî bûye semboleke girîng.
Cejna Ekîtoyê, dikeve roja yekemîn a meha Nîsanê.
Di vê cejnê de wekî nerîtekê salane fêstîval û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Cejna Ekîtoyê 12 rojan didome, ji bilî govend û reqsê, wekî Newroza Kurdan geşt û seyranan jî di nav de heye.
Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992yan ve Xirîstiyan vê cejnê pîroz dikin.
Foto: AFP