Fraksiyona Keskan a Parlamentoya Almanyayê: Serdana Nêçîrvan Barzanî bo welatê me gelekî girîng e

25-06-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Almanya Partiya Keskan Agnieszka Brugger
A+ A-

Cîgira Serokê Fraksiyona Keskan li Parlamentoya Federal a Almanyayê li ser serdana çaverêkirî ya roja duşemê 26-06-2023an a Nêçîrvan Barzanî bo welatê wê dibêje, şêwirmendên welatê wê “bi taybetî wê demê ji bo wê civînê terxan dike” û “serdaneke pir girîng e.”

Di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê ku Ala şalî pê re saz kir, Cîgira Serokê Fraksiyona Keskan li Parlamentoya Federal a Almanyayê Agnieszka Brugger li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Almanyayê axivî û got: “Civîneke pir girîng e û her wiha qedirzaniyeke wê ya pir mezin heye ji bo ku şêwirmendê Komara Federal a Almanyayê bi taybetî wê demê ji bo wê civînê terxan dike. Ev tê wateya ku em li ser têkilî û gotûbêjan berdewam in. Em guh didin rewşa deverê.”

Di heman demê de, Cîgira Serokê Fraksiyona Keskan li Parlamentoya Federal a Almanyayê got: “Bê guman ev serdaneke pir û bêhed girîng e, ku em hemî bi kelecan li hêviya wê ne û em bi vê serdanê dilxweş in.”

Li ser gefên DAIŞê jî Bruggerê got: “Metirsiya DAIŞê maye, endamên wê mane, dem bi dem êrîş dikin, ji ber wê jî em nikarin bibêjin ku DAIŞ bi dawî bûye, berovajî divê em li deverê bi hev re kar bikin, lazim e em çalak û hevkar bin û tiştan ji bîr nekin.”

Naveroka hevpeyvîna Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî Li gel Cîgira Serokê Fraksiyona Keskan li Parlamentoya Federal a Almanyayê Agnieszka Brugger:

Rûdaw: Silav xanima rêzdar Angeshka Bruger, spas ji bo vê hevpeyvînê.

Agnieszka Brugger: Bi kêfxweşî.

Rûdaw: Birêz Brugger, bila pirsa min a yekem ji xelkê Kurdistanê be. Gelê Herêma Kurdistanê bi rastî zaf ji Almanyayê hez dike, bi taybetî piştî ku Almanya di şerê dijî DAIŞê de alîkariya Pêşmerge kir. Hûn pêwendiya Kurdistan û Almanya û her wisa li ser asta siyasî bi Partiya Keskan re çawa dibînin?

Agnieszka Brugger: Têkilî pir û pir xurt û bihêz in, çinku gelek nirx hene ku me digihînin hev. Her wisa, ez wekî cîgira serokê Fraksiyona Partiya Keskan, ji tevaya siyaseta navdewletî ya keskan berpirsiyar im. Min kêm şêniyên herêmekê dîtine ku ev qasî di siyaseta Partiya Keskan beşdar in, li ser asta ciwanên kesk li ser parlemanên herêman. Her wiha, wekî endamên Parlamentoya Federal a Almanyayê. Bi rastî pêwendiyeke pir baş heye û hevdengiyeke pir baş heye û berjewendiyeke me ya hevbeş heye. Ev ji bo me herdem gencîneke mezin e. Gelek Kurd serdana me dikin û gelek nîqaşên me hene. Haya me ji rewşê heye û em dixwazin hay ji kêşeyên xelkê deverê hebin û ji bo me giring e. Her wisa, gelek tişt hene ku me dilgiran dikin û em dixwazin alîkariya çareserkirina wan bikin.

Rûdaw: Cenabê we jî dizanin ku Wezîra Derve ya Almanyayê serdana Kurdistanê kir û li Şingalê ji nêz ve bi Kurdên Êzidî re civiya. Piştî ku Almanyayê ev komkujî weke jenosîd nas kir, hûn bi cidî dixwazin ji bo Kurdên Êzidî çi bikin?

Agnieszka Brugger: Belê, ev bi tena serê xwe her tiştî çareser nake, her çend ev pêngav pir girîng bû jî, tew di demeke heya radeyekê kin de piştî wê tawana mezin ji parlementoya Almanya re pir eşkere bû ku divê wekî komkujî bide nasîn. Hemû partiyan bi yekdengîyeke mezin deng dan, lê bê guman ew ne tenê kiryareke sembolîk e, li şûnê berpirsiyarî û pabendiyekê jî diafirîne. Di daxwaznameyê de em ne tenê behsa naskirinê dikin, lê girêdayî piştevaniyeke zêdetir e. Hîna gelek kes ji ber wan tawanên ku nayên bawerkirin diêşin û pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Hîna gelek kes nikarin vegerin cîwarê xwe û di kampan de ne. Heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Asoya jiyana van kesan hîna ne zelal e û tiştê herî girîng ew e ku herdem bên hişyarkirin, lê paşê bi awayekî pir pratîk alîkariya wan were kirin. Her wisa, wekî me dît, wezîra derve demeke zêde di gera xwe de ji bo Kurdistanê terxan kir. Ev nîşaneke mezin a hevdengî û hevsoziyê ye. Bi rastî ew sê rojan ma û ew bi xwe carinan di sê rojan de li 3 welatan digere. Lê tew ew weke endameke asayî ya parlamentoyê berê jî pir pabendî pirsa jinan bû û bi dil û can dema xwe terxanî wan dozan dike û merema wê alîkariyeke jidil e.

Rûdaw: Baş e, lê partiya cenabê we dixwaze niha çi ji bo kurdên êdizî bike, da ku ew êdî li kampan nejîn lê karibin vegerin cîwarê xwe? Yekem gava we çi ye?

Agnieszka Brugger: Pêwîst e gotûbêjeke cidî bê kirin, di nav de nîqaşên rexneyî ligel hikûmeta navendî ya Iraqê, çinku li dawiyê gelek pirsgirêk hene ku dibînin; Vê yekê Herêma Kurdistanê jîdilgiran kiriye û ev dilgiranê pir rewa ye. Em ji bakurê Iraqê, ji Kurdistanê dibînin ku bi rastî divê çareser bibin. Weke mînak, pirsgirêkên têkildarî mijarên belavkirinê û her wiha li ser lihevhatinê û tedbîrên çavdêrî û parastina mirovan, çinku ez di wê baweriyê de me ku ger em li vir tiştekî nekin û ji aliyê din ve jî lê mêze bikin, çinku gelek krîzên din li cîhanê hene. Ev pêşî em neheqiyê li xelkê dikin û ji aliyê din ve, em wê jana mezin ku wan ceribandiye, ji bîr dikin. Her wisa, em bingehê datînin ji bo zêdekirina pirsgirêk û qeyranan, loma Almanya piştevaniya wan kesan dike û dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bi ciddî alîkariyê pêşkêşî wan bike.

Rûdaw: Birêz Bruger, ma hûn di wê baweriyê de ne ku DAIŞ hîn metirsî ye û divê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewam be? Gelo partiya we û Almanya, hûn dixwazin di yarmetîdana Pêşmerge di şerê dijî terorê de berdewam bin?

Agnieszka Brugger: Belê, pirsgirêka DAIŞê êdî ne di bin navê Dewleta Îslamî de ye. Ev nema, ji ber ku bi xweşhalî pêşmerge û xelkê deverê rûbirûyî wan bûn û ew derxistin û ew navçeyên ku dagîr kiribûn, ji wan standin. Berovajî divê em bi hev re di kar de berdewam bin li deverê, divê em çalak bin, hevkar bin û tiştan ji bîr nekin.

Rûdaw: Wekî ku cenabê we jî agahdar in, dê roja duşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bicive. Hûn vê civînê çawa dibînin, çiqasî girîng e ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê û her wiha daku gotûbêjên li navbera her du aliyan berdewam bin û Almanya bikare zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike? Her wisa, di navbera Hewlêr û Bexdayê de navbeynkariyê bike?

Agnieszka Brugger: Civîneke gelekî girîng e û her wiha qedirzaniyeke mezin heye ji bo ku şêwirmendê federal ê Almanya bi taybetî wê demê ji bo wê civînê terxan dike. Bi wateya ku em li têkilî û gotûbêjan berdewam in ku giringî bi rewşa deverê tê dayin. Her wisa, bi li ber çavgirtina qeyrana keşûhewayê û hovîtiya êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, çinku kêşe ji çareserkirinê dûr in, hîna pêwîstiya xelkê bi piştevanî û alîkariyê heye. Bê guman, ev serdaneke bêhed girîng e. Em hemî bi dilgermî li benda wê ne û em bi vê serdanê kêfxweş in.

Rûdaw: Baş e, pirsa min a din jî ew e ku Herêma Kurdistanê niha di rewşeke xirab a aborî de ye û gelek ji ciwanên wê hewla koçberiyê didin. Bi sedema giliyê hikûmeta Iraqê, hinartina nefta Herêma Kurdistanê hat rawestandin. Xelk bêhêvî bûne, Bexda hewl dide pêgeha Herêma Kurdistanê piçûk bike. Hûn çawa dikarin li ser hevkarî û navbeynkariyê berdewam bin da ku ciwanên Kurdistanê bêhêvî nebin?

Agnieszka Brugger: Navûdengekî pir pir baş ê Almanyayê li deverê heye. Bi giştî û bê guman têkiliyeke wê ya pir û bihêz bi hikûmeta Iraqê re jî heye. Ev pirs jî rola wan heye dubare û sêbare û divê hukûmeta navendî ya Iraqê di asta berpirsiyariya xwe de be, ji bo ku bi rastî lihevhatin bikare li welêt çêbibe; ji bo ku her kes hest bike ku li vir bi dadmendî reftar pê re tê kirin, ji bo ku ciwan bi taybetî asoya jiyana wan li welatê wan bi xwe hebe. Ji ber ku ne tenê berpirsyariyên me hene, her wiha em bûyerên ku qewimîne jî li ber çavan digirin. Her wisa, di berjewendiya me de ye ku em alîkariya mirovan bikin daku li cihê ku ew dixwazin bimînin; ew jî welatê wan e. Bê guman, biryarname pêşniyaza piştgiriya pir şênber dike û dibêje, bi liberçavgirtina hemû pirsgirêkên ku di derbarê pirsa penaberan û alîkariya wan de hene. Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de bi tenê nayê hiştin, lê ev berpirsyariya civaka navdewletî ye jî. Her wisa, berpirsiyariya Almanyayê jî heye, em ê li vir piştgiriya xwe bidomînin û ev ew tişt in ku em li parlamentoyê bi rastî bi wan re mijûl in.

Rûdaw: Baş e, lê pêwendiya partiya we û Herêma Kurdistanê çawa ye?

Agnieszka Brugger: Ev têkilî pir û pir xurt e, çinku bi rastî gelek hevkarên min hene ku diçin wê herêmê, hest bi pêwendiyeke zêde dikin, nikarin dev ji van babetan berdin, çinku gelek kesan dinasin li wir in û hevbeşiya wan bi wan re heye. Ji mafên mirovan bigire heta siberoja wê herêmê û her wisa rola jinan. Lewra jî ev dever bi taybetî ji bo me girîng e û di dilê me de ye.

Rûdaw: Partiya we çawa li pirsa Kurd li Tirkiyê dinêre? Û gelo çawa li ser kar dikin?

Agnieszka Brugger: Bê guman ev jî sedemek bû ji bo ku wezîra derve di serdana xwe ya Tirkiyê de peyameke wê ya pir zelal hebe, hertim dijî wê tundûtûjiyê ye ku heye, binpêkirina mafên mirovan e. Bê guman, ev jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em ê di çareserkirina vê pirsgirêkê de berdewam bin û her vê jî wiha kir; bo nimûne em şandina çekan ji bo Tirkiyê rawestînin. Çinku dema ku hikûmetek bi vî rengî pêngavan li hember gelê xwe diavêje, nikare ji hêla Almanyayê ve di vî warî de were piştgirîkirin.

Rûdaw: Birêz xatûna Brugger, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst