6 hezar kesan Cejna Remezanê Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Nemrûdê Semsûr Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Nemrûdê yê li parêzgeha Semsûra ya Bakurê Kurdistanê rojên Cejna Remezanê 6 hezar kesan ziyaret kir.

Çiyayê Nemrûdê ku wekî "li cîhanê xweştirîn cihê ku hilatin û avabûna rojê lê tê dîtin" tê naskirin, di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ye.

Birêvebirê Muzeyê yê Semsûrê Mehmet Alkan ragihand ku rojane nêzîkî 2 hezar kesan Çiyayê Nemrûdê ziyaret dikin.

Mehmet Alkan got, "Ji ber bêhvedana Cejna Remezanê, Çiyayê Nemrûdê qerebalix e.

Di bêhvedanê cejnê de sê rojên ewil nêzîkî 6 hezar kes hatin vê derê.

Geştyarên ku tên Çiyayê Nemrûdê li hilatin û avabûna rojê dinêrin.

Peykerên li ser bilindahiya 2 hezar û 220 metreyî dibînin û bi kêfxweşî ji vê derê vedigerin."

Ji geştyaran Asli Çelîkê destnîşan kir ku ji Manîsayê tê û cara yekê ye ku Çiyayê Nemrûdê dibîne.

Necmiye Sevîmê jî anî ziman ku wan peykerên qerase yên 2 hezar salî gelekî bandor lê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst