Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bike

26-06-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Almanyayê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Almanyayê ye
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Dilşad Şahab Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Almanyayê ye û îro li Berlînê bi hejmarek berpirsên wî welatî re civiya û herwiha bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî dicive. Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got ku Nêçîrvan Barzanî nûnertiya gelê Kurdistanê li navendên navdewletî dike û dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêzir bike. Dilşad Şehab herwiha got: “Ev serdan nîşan dide ku pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ev pêşwaziya ku li ser asta bilind ji Serokê Herêma Kurdistanê hate kirin, giringiya rola Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nîşan dide. 

Serokê Herêma Kurdistanê îro Duşemê 26ê Hezîrana 2023yan bi serdanake fermî li Almanyayê bû û piştî hevdîtinên ligel Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener, Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Sevinia Schultz û Sekretera Dewletê ya Wezareta Karûbarên Aborî û Keşûhewayê ya Almanyayê Dr. Franziska Brantner biryar e bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Almanyayê kir û amaje bi wê yekê kir ku parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê li nav xwe û derve yek ji erkên Serokê Herêma kurdistanê ye û ev serdana wî jî di vê çarçoveyê de ye.

Dilşad Şehab da zanîn ku ev demek e, bi taybetî piştî guftûgoyên li ser pesendkirina yasaya budceyê hewlek ji bo sînordarkirina pêgeh û desthilata Herêma Kurdistanê heye, lê belê serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî ya bi Şêwirmendê Almanyayê re bersiveke “gelek mezin e” li hember wan hewlan.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Almanya xwedî pêgeheke bihêz e li ser asata cîhanê û pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê di asta bilinde, dê bibe bersiveke [ji bo wan kesên ku hewl didin Herêma Kurdistanê lawaz bikin] ku Herêma Kurdistanê hêj bi hêz e û pêngavan ji bo bihêzbûnê diavêje.”

Dilşad Şehab da xuyakirin, ku hewla Nêçîrvan Barzanî bo parastina pêgeja Herêma Kurdistanê di destpêkê de li navxwe destpê kiriye û li navxweyî de jî ji bo ji navbirina nakokiyan her tişt kiriye  û got: “Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û di destûra Iraqê de jî wek herêmeke federal hatiye naskirin, lewma ev pêşwaziya dîplomatîk jî bersiva gelek pirsan dide. Ev asta tevlîbûna bi welatên bihêz ên weke Almanya re, bertekek girîng e li hember hewlên parastina pêgeha Herêma Kurdistanê û lawazkirina vê pêgehê. Helbet Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji destpêkê ve hewleke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê daye.”

Şehab diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ji bo nêzîkbûna aliyan û dabînkirina hebûna bihêz li Bexdayê gavên cidî avêtin û got: “Di dema borî de hemû alî bûn şahid ku Serok hewl da ku têkiliyên baş bi rayedarên federal re deyne. Ev hemû jî ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê bûn.”

Dilşad Şehab behsa peywendîyên navbera Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên hukûmeta Iraqê kir û diyar kir, ku Nêçîrvan Barzanî têgihînek baş bi desthilatdarên Iraqê re pêk anîye got: “Berî niha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Almanya kiribû û beriya serdanê Serokê Herêma Kurdistanê agahdar kiribû. Niha Serokê Herêma Kurdistanê ew ji vê serdana xwe agahdar kiriye.”

Şehab herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Nêçîrvan Barzanî nûnertiya gelê Kurdistanê li navendên navdewletî dike û dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêzir bike.

Şehab, bi bîr xist ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Nêçîrvan Barzanî hewlên dîplomatîk da ji bo şikandina dorpêçên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê û got: “Rewşa îro cuda ye û êdî nabe Herêma Kurdistanê were paşguhkirin.”

Bi gotina Şehab di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ew dibêje: “Herêma Kurdistanê niha bi awayeke bihêz beşdarî proseya pêkanîna hikûmeta Bexdayê dibe. Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî jî bi hemû awayî pabendî rêkeftinên di navbera aliyan de ye û têkeliyên gelek baş li gel Herêma Kurdistanê û bi taybetî ligel Serokê Herêma Kurdistanê hene.”

Dilşad Şahab herwiha da zanîn ku mijara rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ji aliyê hin derdor ve tê şîrovekirin ku mafê Herêma Kurdistanê ne hinarde bike û got: “Biryara dadgeha Parîsê li ser nakokiyên navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Tirkiyê yên derbarê hinardekirinê de ye. Biryar ne li ser rewabûna mafê Herêma Kurdistanê ya berhemanîna petrolê ye. Ev du mijarên cuda ne. Li gorî destûrê mafê Herêma Kurdistanê ye ku petrolê berhem bîne.”

Di heman demê de Şehab diyar ku ew li benda gavên ku di navbera Enqere û Bexdayê de ne hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê destpê bike û wiha pê de çû: “Me hewlek cidî daye ku em bibin beşek ji çareseriyê û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em dixebitin. Vê rewşê encamên mezin ên aborî li ser Iraqê heye û li gorî yasaya bûdceyê divê Iraq mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Pirsgirêka enerjiyê bi taybetî piştî şerê bi Ukrayna û Rûsyayê re bûye pirsgirêkek girîng a cîhanî. Ji ber vê yekê ez bawer im ku ev mijarek girîng e û divê were gotûbêjkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst