Nêçîrvan Barzanî bi Sekretera Dewletê ya Wezareta Aboriyê ya Almanyayê re civiya

26-06-2023
RÛDAW
Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Franziska Brantner Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekretera Dewletê ya Wezareta Karûbarên Aborî û Keşûhewayê ya Almanyayê Dr. Franziska Brantner astengiyên li pêş Iraqê, bi taybetî guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê, hişkesalî û biyabanbûnê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Almanyayê de bi Sekretera Dewletê ya Wezareta Karûbarên Aborî û Keşûhewayê ya Almanyayê Dr. Franziska Brantner re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê ragihand ku di civîna ku Balyozê Iraqê yê Berlînê jî tê de amade bû, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekretera Dewletê ya Wezareta Karûbarên Aborî û Keşûhewayê ya Almanyayê Dr. Franziska Brantner pirsgirêk û astengiyên li pêş Iraqê, bi taybetî guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê, hişkesalî û biyabanbûnê gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîstiya Iraqê bi piştevanî, alîkarî û pisporî ya derve heye.

Barzanî û Brantner bal kişandine ser wê yekê ku pêwîste ji bo kêmkirina girêdayiya enerjî û petrolê alîkariya Iraqê bê kirin. Herwiha tekezî li ser giringiya handana sektora taybet û veberhênanên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçêrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî du êvarê çû Berlîna paytexta Almanyayê û Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Svenja Schulze û Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindner. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî bi serdanekê li Almanyayê ye û dê êvara îro bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst