Rêvebirê Dêrelokê: Du hêzên biyanî li ser axa me şer hev dikin

31-05-2020
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Cenazeyê qurbaniyên êrişa Dêrelûkê gihîştin destê kesûkarên wan
Cenazeyê qurbaniyên êrişa Dêrelûkê gihîştin destê kesûkarên wan
Nîşan Dêrelok Kurdistan PKK Tirkiye
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Cenazeyê bav û kur ên di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li navçeya Dêrelokê ya ser bi qeza Amêdiyê de canê xwe ji dest dabûn gihîştin destê kesûkarên wan. Rêvebirê Nahiya Dêrelokê Samî Uşana jî dibêje bêyî ku peywendiyên PKK û artêşa Tirkiyê bi wan ve hebin, lêi şerê xwe li herêmê dikin.

Balafirên şer ên Tirkiyê navçeya Dêrelokê ya ser bi qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û termê wan ji aliyê kesûkarên wan ve hatin wergirtin.

Roja Şemiyê 30ê Gulanê dema ku balafirên Tirkiyê li asmanên navçeya Dêrelokê difiriyan, Seyîd Celal Nûredînê temen 60 salî li gel kurê xwe Ehmedê 30 salî di nava rezê xwe de li çiyayê Lînkê karê kezixandinê dikirin. Balafirê bombeyên xwe bi ser wan de barandin û bav û kur li wir canê xwe ji dest dan û cotkarekî din ê xelkê Dêrelûkê birîndar bû.

Birayê qurbanî Ehmed Nuredîn kuştina bira û biraziyê xwe weke karesateke mezin binav kir û got: “Ew çûbûn nav rêzê xwe ti karê wan ên din nebû, têne dixwestin giya berhem bikin. Heta niha li vê derê 25 şehîdên me çêbûne. Daxwaza me ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku vê pirsgirêka me çareser bike.”

Şahidhalê bûyerê Eyub Rezwan jî ligel wan çûye û bi tnê 45 xulekan ji wan dûr bûye û piştî bombebaranê yeke kes e ku gihîşte cihê bûyerê û ji dibêje: “Dema em gihîştin gundê Bêloman, min ji hevalên xwe re gotin hûn herîn filan erdê çayekê çêkin heta ez têm. Dema ez çûm bûyerê rû dabû, ew li dewar siwar bibûn û wisa mabûn. Başê min nas û dost agahdar kirin da ku bi hawara me bên.”

Ji sedî 74 a sînorên navçeya Amêdiyê berdewam metirsiya bombebaranê li ser heye û heta niha 362 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirin.

Derbarê bûyerê de Rêvebirê Nahiya Dêrelokê Samî Uşana jî wiha got: “Nahiya Dêrelokê yek ji wan nahiya ye ku ji sedî 70 gundê wê di bin kontrola PKKê de ye. Deverên me niha bûye qada şerê du hêzên biyanî. PKK û Tirkiyê ku çi peywendî bi me nînin li ser erdê me şer dikin.”

Her ji despêka îsal û heta niha li sînorê parêzgeha Duhokê çar kesan di encama êrişên firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst