Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî din hat kuştin

10-08-2023
Nîşan Operasyona Pence-Kilîdê Leşker Tirkiye PKK Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di “Operasyona Pence-Kilîdê” de leşkerekî wan hat kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li devera “Operasyona Pence-Kilîdê” ku dikeve nav axa başûrê Kurdistanê, PKKyê li dijî leşkerên wan çalakiyek kiriye.

"5 leşkerên din hatibûne kuştin"

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Çawişê Pispor ê Piyade Mustafa Sezer bi guleya gerîlayên PKKyê hat kuştin.

Wezaretê pêştir jî diyar kiribû ku di êrişa gerîlayên PKKyê de 5 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê herwiha di daxuyaniyeke din de jî amaje bi wê yekê kir ku di nava heftiyekê de 53 gerîlayên PKKyê û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojava û Başûrê Kurdistanê di encama operasyonên wan de canê xwe ji dest daye.

“Şer û pevçûn berdewam dikin”

Li aliyê din medyaya nêzîkî PKKyê jî ragihand ku 9-10ê Tebaxê li Girê Cûdiyê yê nav axa Başûrê Kurdistanê 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li gorî heman nûçeyê şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de berdewam dike.

 “Operasyona Pence-Kilîdê” kengî dest pê kir?

Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

“Operasyona Pence-Kilîdê” deverên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ji wê demê ve li wan deverên şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst