Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek ji ber sedemeke nediyar ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li Taxa Mevlana Halîtê ya Amedê doh bi şev di navbera jina bi navê Dîlan Aslana 37 salî û hevjînê wê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Li ser zêdebûna nîqaşê, hevjînê wê yê ki navî wî nehatiye zanîn gule berdayê û ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî midaxaleya li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê Dîlan Aslanê bir nexweşxaneyê.
Li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan Dîlan Aslanê canê xwe ji dest da.
Tîmên tenduristiyê cenazeyê Aslanê ji bo otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Aemdê.
Li aliyê din, hevjînê wê yê ku ji cihê bûyerê reviyabû çû navenda polîsan û xwe radest kir.
Her wiha derbasê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.
Hate zanîn ku zarokekî Dîlan Aslanê hebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse