AMED - Kesekî dê û bavê xwe kuştin

25-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Pasûr Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî dayik û bavê xwe bi çekê kuştin.

Li gorî zanyariyan, li taxa Turgut Ozalê ya navçeya Pasûrê ya Amedê di navbera M.A. yê 25 salî û bavê wî Necatî A. û dayika wî Fener A.yê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê M.A. bi çekê gule li dê û bavê xwe reşandin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de derket holê ku dayik Fener A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û bav Necatî A. jî bi giranî birîndar bûye.

Tîmên tenduristiyê Necatî A. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê hat rakirin lê tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku M.A. piştî bûyerê xwe radestî polîsan kiriye û karûbarên yasayî yên derbarê wî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst