Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanê 24 salî ku winda bûbû kuştî hat dîtin.
Mehmet Yukselê 24 salî 1ê Adarê bi armanca çûyîna cem hevalên xwe yên li Êlihê ji mala xwe ya li gundê Gundikê yê navçeya Bismilê ya Amedê derket û malbata wî careke din ti agahî jê wernegirtin.
Malbata wî ji bo dîtina Mehmet Yuksel serî li Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê da.
Li ser serlêdana malbatê hêzên ewlehiyê dest bi lêgerînê kir lê ti encam bi dest nexistin.
Doh hinek kesan hêzên ewlehiyê agahdar kir ku li nêzîkî gundê Meymûniyê yê Êlihê termê mêrekî hatiye dîtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di encama lêkolîna tîman de hat diyarkirin ku termê hatiye dîtin ê Mehmet Yuksel e.
Her wiha di lêkolînê de hat tesbîtkirin ku Yuksel bi guleyê hatiye kuştin.
Tîman termê Yuksel ji bo karên otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse