Hevserokên DBPyê: Em li sindoqên xwe xwedî derkevin

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan DBP Hilbijartin Çîgdem Kiliçgun Uçar Keskîn Bayindir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li navçeya Rezanê ya Amedê dengên xwe dan û wan banga xwedîderketina li sindoqan kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro hilbijartinên xwecihî tên kirin û dengdan berdewam dike.

Hevseroka DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar li dibistaneke navîn a navçeya Rezanê dengê xwe da.

Çîgdem Kiliçgun Uçarê piştî wê amaje bi wê yekê da ku rikeberiya hilbijartinê ne di şert û mercên wekhev de bûye û kedeke mezin hatiye dayîn.

Uçarê got: “Em bawer in ku encamên kar û xebata me dê bi îradeya gel derkevin holê.

Amed yek ji wan bajarên Kurdan e ku bi qeyûman îradeya gel hatiye zeftkirin û li cihê sîyaseta demokratîk, a talanê hatiye danîn.

Me jî dengê xwe da û banga me ew e ku hemû kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.

Li gel vê yekê jî divê em xwedî li sindoqan derkevin.”

Hevserokê din ê heman partiyê Keskîn Bayindir jî li heman navçeyê lê li dibistaneke cuda dengê xwe da.

Bayindir jî banga çûna ser sindoqan û xwedîderketina li dengan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst