​Zevî li ber hişkbûnê ne: Rêveberiya Xweser tedbîran werdigire

08-04-2025
RÛDAW
Cotkarekî Rojava zeviya xwe derman dike /Wêne: Ji vîdeoyê
Cotkarekî Rojava zeviya xwe derman dike /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hişkesalî Zevî Hişkbûn Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ziwabûn û hişkesalî li Rojavayê Kurdistanê gefek e mezin li ser çandiniyê çêdikin.

Bi sedema kêmbûna baranê û nebûna avê, zeviyên çandiniyê hişk dibin.

Metirsî heye ji ber hişkesaliyê cotkar mûsima genim a îsal ji dest bidin, lewra Rêveberiya Xweser dixwaze çandiniya avî misoger bike.

"Me dest bi belavkirina mazotê kiriye"

Birêvebirê Ofîsa Çandiniyê ya li Sadkobê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd Mihbaş got:

"Ji ber berdewambûna hişkesaliyê ya li herêmê, me dest bi dayîna pişka sêyem a mazotê ya demsala zivistana 2025an kir.

Berî her tiştî me mazot da cotkarên xwedî bîr, heta niha me milyon û 450 hezar litreyî belav kiriye.

Piştre pişka mazotê li komeleyên cotkaran belav dikin, hemû jî dikarin pişka xwe ji wêstgehên Sadkobê wergirin. Em hewl didin pişka çarem jî amade bikin."

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser giringiyeke zêde dide çandiniya avî bi taybetî li herêmên nêzîkî Çemê Feratê, hejmareke berçav a wêstgeh û kenalên avdanê aktîv kirine.

"25 wêstgehên avdanê li ba me hene"

Serperiştyarê Wêstgehan Hisên Xelîl wiha anî ziman, "Beşa Wêstgehan ji beşên giring ê Ofîsa Avdanê ye.

25 wêstgehên avdanê li ba me hene, li hemû gundewarên Reqayê hatine belavkirin.

Ev wêstgeh avê ji cihên nizim ji bo cihên bilind dişîne, her wêstegeheke 330 litre av di çirkeyekê de derdixîne, her wêstegeh nêzikî 800 hiktarî genim av dide."

Li aliyekî din, ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê li hinek herêmên Rojavayê Kurdistanê zeviyên genim rastî nexsweşiyan bûne.

"Me heta niha bi hezaran darên bi ber derman kirine"

Birêvebirê Ofîsa Daristan û Bîstanan a Rêveberiya Xweser Mueyed Hemed got:

"Niha di dema dawî de em bernameya rûbirûbûna nexweşiyên çandiniyê bi cih dikin.

Me heta niha bi hezaran darên bi ber û 400 donim zeviyên genim derman kirine."

Li gorî Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo mûsima 2024-2025an, zêdeyî 6 milyon û 200 hezar donim dexlûdan ên bejî û 2 milyon 100 hezar donim ên avî hatine çandin û ji aliyê wan ve tên piştgîrîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst