Ji bo pêvajoya aştiyê çav li hevdîtina Erdogan û Heyeta Îmraliyê ne

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Heyeta Îmraliyê DEM Partî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo pêvajoya aştiyê niha çavê 85 milyon welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li hevdîtina di navbera  Recep Tayyîp Erdogan û Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de ne.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro ragihand ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê vê hefteyê bicivin.

"Dê erênî û baş bibe"

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hevdîtinê wiha got:

"Berdevkê hikûmetê ragihandibû, ez bawerim di nav vê hefteyê de şandeya me dê li gel birêz Serokkomar bicive.

Dê erênî û baş bibe, em dibêjin dê bibe sedema tiştên baş û xweş."

Tevî ku DEM Partî ji hevdîtinê geşbîn e lê di heman demê de nîgeran e û derbarê pêvajoyê de ji hikûmetê li benda pêngavan e.

"Em dixwazin tiştên nû bibihîzin"

Tuncer Bakirhan wiha anî ziman "40 roj bi ser re (banga Ocalan) derbas bûn.

Derbarê pêngavên ku tên çaverêkirin de xemsarî û rehetbûnek heye. Rewşeke bendemayînê heye.

Meseleya herî sereke ya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin lê rewşeke bendemayînê heye.

Ma bi bendemayînê aştî hatiye kudera cîhanê. Em di vê mijarê de êdî dixwazin tiştên nû bibihîzin û li ser tiştên nû biaxivin."

Berpirsên hikûmetê li ser pêvajoyê rasterast behsa pêngavan nakin.

Lê Erdogan roja Sêşemê di civîna li gel serokên rêxistinên bajaran ên AK Partiyê de ji berpirsên partiya xwe daxwaz kir ku zêdetir bala xwe bidin ser kar û xebatên armanca wan a “Tirkiyeya bê teror”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wiha gotibû, "Wekî AK Partî û Hevpeymaniya Cumhur hê jî gelek kar mane ku em bikin.

Gelek xizmet û berhem hene ku  ev kadroyên li hember min û tevgera AK Partiyê pêşkêş bikin.

Ez ji we dixwazim ku di serî de armanca me ya Tirkiyeya bê teror hûn bala xwe bidin ser wan karan ku  sûda wan ji bo welatê me dibin û wekî 85 milyon biratiya me bihêz dikin."

Bi ser banga çekdanîn û xwefesixkirinê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de nêzîka mehek û nîv derbas dibin.

Lê desthilatê heta niha ji bo pêvajoyê gaveke berbiçav neavêtiye û DEM Partî bi hêvî ye hevdîtina li gel Erdogan bibe destpêkek ji bo vekirina kilîda aştiyê û çareseriya pirsa Kurd a sedsalî ya li Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst