Endamên jin ên MHP û DEM Partiyê dê bicivin

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Halîde Turkoglu DEM Partî MHP Jin Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkogluyê ragihand ku ew dê heftiya bê cara yekem li gel berpirs û endamên jin ên ji MHP hevdîtineke fermî pêk bînin.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li Enqereyê li gel hejmarek rojnamegerên ku li wî bajarî kar dikin civiya.

Halîde Turkogluyê derbarê xebatên xwe yên piştî banga 27ê Sibatê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de zanyarî dan rojnamegeran.

Turkogluyê ragihand ku wan wekî bersiveke li beramberî banga “Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya Ocalan li çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên veguherîna civakî yên jinan dane destpêkirin û li gel gelek jinan civîn û hevdîtin pêk anîne.

Her wiha Halîde Turkogluyê diyar kir ku wan li Parlamentoya Tirkiyeyê jî li gel nûnerên jin ên beşek ji partiyên siyasî jî hevdîtin pêkanîne û got:

"Em dê heftiya bê cara yekem li gel jinên MHPyî hevdîtineke fermî pêk bînin.

Ev gaveke dîrokî ye û em dixwazin li ser jinan siyaseteke çêker ava bikin.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ameje bi wê yekê da ku hevdîtinên wan di navbera jinan de pêwendiyeke xurt ava dike û got ku hemû jinên ji aliyên cuda yên siyasî aştiyê wekî pêwîstiyekê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst