Li Mêrdînê kesek kuştî hat dîtin

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, zilamek li çolê kuştî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan îro li gundê Badînayê yê navçeya Qoserê, gundiyan li çolê termek dît û wan tîmên tendirustiyê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tensuristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna tîmên tendirustiyê de hat tesbîtkirin kesekî bi navê Mahmet D. bi guleya ku li serê wî ketiye canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termê Mahmut D. ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst