Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê kesekî piştî ku 5 endamên malbata xwe kuştin dawî li jiyana xwe anî.

Îro Înê 31ê Adara 2023an, li taxa Salibaba ya Xarpêtê hêzên ewlekariyê li ser agahiya ku gaza xwezayî ya malekê ji ber diçe, çûn malekê, lê termên 6 kesan dîtin.

Li gor lêkolînên destpêkê, welatiyê bi navê Huseyîn Firat ku mamoste bûye, endamên malbata xwe kuştine û paşê jî xwe kuştiye.

Hat ragihandin, Huseyîn Firat ji ber sedemeke ne diyar bavê xwe Cumalî, dayika xwe Zeynep, xwîşk û birayên xwe yên bi navên Remziye, Mesut û Yusuf bi çekê kuştine.

Li gor zanyariyan, Huseyîn Firat paşê vanaya gaza xwezayî ya xaniyê xwe vekiriye û bi çekê dawî li jiyana xwe jî aniye.

Hat ragihandin ku termên her 6 kesan bo beşa miriyan a nexweşxaneya Xarpêtê hatine rakirin.

Lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam in.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst