Almanyayê dema erka artêşa xwe ya li Îraq û Herêma Kurdistanê dirêj kir

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Îraq Herêma Kurdistanê Amerîka Hikûmeta Federal a Almanyayê Wolfgang Büchner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kabîneya Hikûmeta Federal a Almanyayê biryar da ku hêzên wan ên leşkerî heta dawiya Kanûna Paşîna 2026an li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Alîkarê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Wolfgang Buchner di daxuyaniyekê de eşkere kir.

Kabîneya Hikûmeta Almanyayê hêzên Almanî heta 31ê Kanûna Paşîna 2026an li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Wolfgang Buchner da zanîn ku hêza wan ji bo ku rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigirin û alîkariya serbazî û perwerdeyê bidin hêzên Îraqî dê li Îraqê bimînin.

Wolfgang Buchner amaje bi wê yekê kir ku ew piştgiriyê didin îstîqrara Îraqê.

Wolfgang Buchner ragihand ku Hikûmeta Îraqê ji Almanyayê xwestiye li dijî gefa DAIŞê piştgiriyê bide Îraqê.

Wolfgang Buchner wiha berdewam kir:

“Hêzên leşkerî yên Almanyayê dê tevlî mîsyona NATOyê ya Îraqê bibin û di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de (CJTF) cih bigirin da ku piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî DAIŞê û dê operasyonên wan berdewam bikin.”

"Hejmara herî zêde ya leşkeran dê bibe 500"

Li gorî biryara Kabîneya Wezîran a Hikûmeta Federal a Almanyayê hejmara leşkeran dê herî zêde 500 kes be.

Biryar e biryara Kabîneya Wezîran a Hikûmeta Federal a Almanyayê hefteya bê li Meclîsa Federal were nîqaşkirin û pesendkirin.

Almanya ji sala 2014an ve di nava Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de cih digire.

Di şerê li dijî DAIŞê û şandina çek û cebilxaneyan a ji bo hêzên Pêşmergeyan de roleke girîng a Almanyayê hebû.

Li aliyê din, artêşa Almanyayê di çarçoveya erkê xwe yê NATOyê de, ji sala 2020an ve firokeyên radar û çavdêriyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan û Îraqê dike.

Her wiha Almanya di warê çavdêriya asmanî û komkirina zanyariyan de alîkariyê dide hêzên Îraqê û Pêşmergeyan.

Divê were gotin ku danûstandinên Îraq û Amerîkayê yên li ser “vekişandina leşkerên Amerîkayê” yên ji Îraqê jî bi dawî bûn.

Li gorî rêkeftina her du aliyan dê di nava 2 salan de hêzên Amerîkayê bi temamî ji Îraqê vekişin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst