FRANSA - Koçber hatin bibîranîn: 'Peyv têra me nakin!'

22 demjimêr berê
RÛDAW
Merasîma bibîranîna koçberên ku canê xwe ji dest daye\ Wêne: AFP
Merasîma bibîranîna koçberên ku canê xwe ji dest daye\ Wêne: AFP
Nîşan Kanala Ingilîz Fransa Calais Pirsgirêka Penaberan Penaberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek çalakvan û rêxistinên Fransî li bajarê Calaisê yê Fransayê, qurbaniyên ku di Kanala Îngilîz de canê xwe ji dest da bi bîr anîn.

Aktivîst amaje bi wê yekê dikin ku ji bo derbirîna hevxemiya penaberan peyv têra wan nakin.

Koçber berê xwe didin Fransayê û ji wir bi rêya Kanala Îngilîz xwe digihînin Brîtanyayê.

Derbaskirina Kanala Îngilîz gelekî metirsîdar e, gelek koçberan di wê kanalê de canê xwe ji dest daye.

Navên welatiyên Kurd û Îraqî beşek bûn di lîsteya wan koçberên di rêya gihiştina Brîtanyayê de canê xwe ji dest daye.

Ev çalakî ji aliyê beşek ji rêxistinên hawarçûnê yên Fransî û navneteweyî ve hatiye sazkirin.

Serokê Rêxistina Mala Koçberan a Fransayê Adriyan Dilabi di merasîmê de wiha got:

“Tişta herî xirab a ji bo wan ew e  ku bên jibîrkirin.

Ji ber wê em îro li vê derê ji bo bibîranîna wan civiyane.”

Li gorî Rêxistina Koça Navneteweyî, ji destpêka 2018an heta Îlona îsal, 186 koçber di Kanala Îngilîz de mirine.

Li gorî Saziya Lûtkeyê ya Karûbarên Penaberan ji sala 2015an heta 1ê Tîrmeha îsal, 600 koçberên Îraqî û yên ji Başûrê Kurdistanê di rêya Ewropayê de canê xwe ji dest daye.

“Peyvên me têrê nakin ji bo derbirîna hevxemiya xwe”

Koordînatora Rêxistina Bijîşkên Bêsînor a Calaisê Feyruz Celîliyê jî got:

“Bi nêrîna min peyvên me yên pêwîst nînin ji bo derbirîna hevxemiya xwe ya li hember tiştê ku çêdibe.

Em gelekî aciz in ji ber ku me dikarî rê li ber mirina wan koçberan bigirin.”

Xemîs jî yek ji wan kesan e ku beşdarê merasîmê bûye. Xemîs bi xwe Misirî ye.

Belema wan 15ê vê mehê tevî 59 kesan di Kanala Îngilîz de bin av bûbû.

“Belema me biçûk bû”

Xemîs li ser koçberiyê anî ziman:

“Dema em çûn nav belemê, me dît ku gelekî biçûk e û şiyana hilgirtina wê ya hemû xelkê ku tê de bûn nebû.

Berî ku bin av bibe cihê rûniştinê ji bo piraniya koçberan nebû.”

Li gorî berpirsên Fransayê 8 koçberan di wê bûyerê de canê xwe ji dest daye.

Yek ji wan penaberên canê xwe ji dest dabû welatiyê Herêma Kurdistanê bû.

Li gorî berpirsên Brîtanyayê jî ji destpêka îsal ve zêdetirî 22 hezar koçber bi rêya Kanala Îngilîz gihîştine Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst