Ji bo 11 parêzgehan hişyarî hat dayîn

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Lehî Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasîyê ya Tirkiyê ragihand ku li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li 7 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasîyê ya Tirkiyê îro Înê 2ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Meletî, Qers, Îdir û Erzeromê dê baraneke zêde bibare hişyarî hatiye dayîn ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li piraniya herêmên Tirkiyê jî bo dema hefteyekê dê baran bibare û li parêzgehên wek Kocaeli, Sakarya, Bilecik, Burdur, Isparta, Antalya û Bursayê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde bibe û li çend herêman jî ba û bahoz çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst