Meletî - 3 wesayît li hev qelibîn: 7 birîndar

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Patrîkxanê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê 3 wesayît li hev qelibîn, 7 kes birîndar bûn.

Li taxa Fethiyeyê ya Patrîkxanê (Yazixan) barhilgireke mêwe lê barkirî pêşî li otomobîla ku B.O. diajot da û paşê jî li otomobîleke parkkirî qelibî û wergeriya.

Di qezayê de 3 ji wan bi giranî, bi tevahî 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Timên tenduristiyê 7 kesên birîndar birin nexweşxaneyên bajer.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 3 kesan giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst