Komîsyonê serlêdanên 2 namzedan red kirin

Duh li 07:54
RÛDAW
Nîşan Nifşê Nû Dihok Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê serlêdanên 2 namzedên Nifşê Nû yên Dihokê red kirin.

Li gorî komîsyonê her du namzedan di belgeyan de piştrast nekirine ku ew xelkê Dihokê ne.

Li gorî komîsyonê serlêdanên Şetaw Ezîzê û Mordan Newzadê nehatine qebûkirin û belgeyên pêwîst nehatine pêşkêşkirin ku ew xelkê Dihokê ne.

Namzedên serbixwe, namzedên pêkhateyan û namzedên partiyên siyasî hezar û 198 namzed dê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de rikeberiyê bikin.

Hilbijartin dê li bazineyên hilbijartinan ên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê pêk werin.

Li gorî komîsyonê her kesê ku bixwaze xwe di bazineyeke hilbijartinan de bike namzed divê piştrast bike ku xelkê wê parêzgehê ye.

Komîsyonê ji Nifşê Nû xwestiye ku heta 20ê Îlonê 2 namzedên nû li cihê her du namzedên xwe destnîşan bike.

20ê Çiriya Pêşînê dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst