RIHA - 400 çivîkên birîndar û jihalketî hatin dermankirin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Çivîk Birîndar Tedawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di nav salekê de, qedera 400 çivîkên ku li çolê birîndar bûbûn û ji hal ketibûn hatin dîtin, hatin tedawîkirin û paşê jî hatin berdan.

Li Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyonê ya Heywanên Çolê ya Golpinarê, ajelên ku li herêmê birîndar û jihalketî tên dîtin, tên tedawîkirin.

Li navenda ku qedera 11 sal in çalak e, li gel cinsên dirinde yên çivîkan ên wekî kundên guhbel, teyrebazên sor û teşîlokan, gelek cinsên din ên heywanan tên tedawîkirin û başkirin.

Alîkarê Birêvebirê Herêma Rihayê ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî Mehmet Gurkaynak diyar kir ku  ji bo hevsengiya xwezayê têk neçe, ew pir hewl didin û dixebitin.

Gurkaynak bal kişand ku navend, karekî girîng pêk tîne û her wiha di nava salekê de qedera 400 çivîkî piştî ku hatin tedawîkirin careke din hatin berdan ku di jîngeha xwe de jiyana xwe bidomînin.

Di nav wan de ji bilî kundên guhbel, teyrebazên sor û teşîlok û çend cureyên din jî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst