Piştî hilbijartinan çavên xelkê li ser pêngavên aborî ne

31-05-2023
RÛDAW
Piştî hilbijartinan çavên xelkê li ser pêngavên aborî ne
Piştî hilbijartinan çavên xelkê li ser pêngavên aborî ne
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Aborî ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Tirkiyê bi dawî bûn, êdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çavê her kesî li çareserkirina rewşa aborî ye ku demeke dirêj e xirab e.

Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu pêş hilbijartinê gotibû, eger Erdogan careke din biserkeve dê dolar bibe 30 lîre û aborî xirabtir bibe.

Recep Tayyip Erdoganê ku careke din weke serokkomar hat hilbijartin roja 30ê Gulanê beşdarî civîna Yekitiya Ode û Borsayên Tirkiyê bû û ragihand, opozîsyonê dixwest karsazan bitirsîne û ji karsazan daxwaz kir weberhênanê zêdetir bikin.

Recep Tayyip Erdogan got “Îdia dikirin, digotin roja 29ê Gulanê xelk nikare ji bankayan pereyên xwe bikşîne û dê nirxê diravên biyanî û sebze gelekî bilind bibin. Çi bû? Doh 29ê Gulanê bû, ka banka hatin girtin? Kaseyên xwe vala kirin, çi bû? Hemû derew.”

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), roja 31ê Gulanê ragihand di 3 mehên destpêkê yên sala 2023ê de aboriya Tirkiyê %4 mezin bûye û nirxê berhemên ku di 3 mehan de li nav Tirkiyê hatine berhemanîn gihiştiye 245 milyar û 464 milyon dolaran.

Ji aliyê din ve daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û li bazarên serbest ên Tirkiyê dolarek gihişte 20 lîre û 70 quruşan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst