Ensarîoglu derbarê wêneyê xwe yê bi Salîm Guran re axivî

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Galip Ensarîoglu Salîm Guran Narîn Guran Wêne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, derbarê wêneyê xwe yê bi Salîm Guranê mamê Narînê re got, “Ji malbatê nasên min hene lê ez wî nas nakim. Dixwazin min û Kurdan bêrûmet bikin.”

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê wenda bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve li ser kuştina Narînê, lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê berdewam dike.

Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Ji doza lêpirsîna Narînê Guranê 12 kes hatine girtin.

Yek ji girtiyan mamê Narînê yê bi navê Salîm Guran e.

Wêneyê Ensarîoglu û Salîm Guran hat belavkirin

Wêneyekî Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu yê bi Salîm Guran re hat belavkirin.

Li gorî zanyariyan, Ensarîoglu li Parlamentoya Tirkiyeyê Salîm Guran kiriye mêvan ku bi kuştina biraziya xwe tê tohmetbarkirin.

Di wêneyê ku hatiye belavkirin de Salîm Guran û Ensarîoglu bi hev re rûniştine û çayê vedixwin.

Li gorî zanyariyan, wêne 27ê Çileya Pêşîn a 2023yan li ser hesabê medyaya civakî yê Ensarîoglu hatiye parvekirin.

“Ez Salîm Guran nas nakim”

Galîp Ensarîoglu derbarê wêneyê xwe û Salîm Guran ji Amidahaberê re axivî:

“Wêne li Meclisê hatiye girtin, dem û roja wî wêneyê tam nayê bîra min.

Wêne 8-9 meh berê di dema serdana muxtaran de hatiye girtin. Salîm Guran di wêne de ye lê ez nizanim li kû derê ye.

Wekî şexsî ti nasîbûna min bi Salîm Guran re nîne. Ji malbatê nasên min hene lê wî nas nakim.

Ji ber ku rojê 50 kes tên parlamentoyê û wêneyan digirin. Rewş ev e."

Pêştir jî Ensarîoglu derbarê malbata Narîn Guranê gotibû:

“Hinek caran hinek tişt hene ku em nizanin û hinek caran jî tişt hene ku em dizanin lê divê em nebêjin.

Ji ber ku malbat (malbata Narîn Guranê) dostên me ne.

Em naxwazin tiştekî bibêjin ku ew jî zêde pê aciz bibin. Divê em siyasetê tevlî van karan nekin.”

“Dixwazin min û Kurdan bêrûmet bikin”

Parlamenterê AK Partiyê derbarê vê mijarê jî got:

“Kê ev bi Narînê kiribe bila Xweda bela xwe bide wî. Ez jî wekî her kesî dixwazim yên ev kiriye bên eşkerekirin û cezakirin.

Ev demek e li ser kuştina Narînê li dijî min kampanyayeke rûreşkirinê hatiye destpêkirin.

Li Tekîrdagê zirbavekî pitika 2 salî îstîsmar kir, pitik li nexweşxaneyê di bin çavdêriya awarte de ye lê çapemeniya ku divê qiyametê rake, xwe kor û ker dike. 

Çapemenî û hinek alî bi qestî hewl didin bi kuştina Narînê min û Kurdan bêrûmet bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst