Li Şehbayê di navbera Yekîneyên Rizgariya Efrînê û komên çekdar de şer derket

30-11-2020
RÛDAW
Nîşan Yekînerên Rizgariya Efrînê (YRE) Efrîn Şehba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera hêzên Yekîneyên Rizgariya Efrînê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de li du mihweran li navçeya Şehbayê şer derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyê û çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê, şeva Yekşemiyê 29ê Mijdarê her yek ji gundên Eyn Deqna, Bilûniyê, Merinaz û Minix topbaran kirine.

Li hember jî, hêzên Yekîneyên Rizgariya Efrînê pêgehên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li Kelbîn û Kefer Xaşir bi rokêtan kirine armanc.

Piştî topbarankirinê, şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketine, lê heta niha encamên wan şer û pevçûnan û ziyanên topbaranê nehatine zanîn.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Yekîneyên Rizgariya Efrînê, hêzeke çekdar e ku piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê û kontrolkirina wê herêma Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, hatiye avakirin. Endamên YRE ji xelkê Efrînê bi xwe pêk tên û armanca wê rizgarkirina herêmê ye.

Ji dema ku Efrîn ketiye bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar, tenê herêma Şehbayê di destê hêzên Kurdî de maye û bi dehan hezar kes ji xelkê Efrînê jî ku ji ber êrîşa Tirkiyê, ji herêma xwe koçber bûne, li pênc kampên li Şehbayê bicih bûne.

Ji bilî Şehbayê, herwiha 12 gundên ser bi Efrînê jî di kontrola hêzên Kurdî de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst