Koçberên Efrînî dîsa koçber dibin: 'Kesekî ji bo nekeve destê çekdaran xwe kuşt'

03-12-2024
RÛDAW
Koçberên Efrînî li Tebqayê / Wêne: Rûdaw
Koçberên Efrînî li Tebqayê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçber Efrîn Şehba Tebqa Heleb Îbrahîm Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi sedan koçberên Efrînî yên li herêma Şehbayê û gundewarên Helebê piştî êrişên çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê berê xwe da Tebqayê.

Piraniya koçberan ji Heleb û gundewarê bakurê Helebê, yên herêma Şehbayê, berê xwe didin deverên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.

Ji roja duşemê (2yê Kanûna Pêşîn a 2024an) ve pêla koçberiyê ji gundewarên bakurê Helebê destpê kir.

Li gorî zanyariyên ku ji nav koçberan hatine wergirtin, hinek  koçberan berê xwe daye herêma Efrînê û hineke din berê xwe daye rojhilatê Çemê Ferat, bi taybetî Tebqa û Reqayê.

Tebqa girêdayî parêzgeha Reqayê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Koçber di reweşeke dijwar de ne

Hejmara koçberên ku ji gundewarên bakurê Helebê gihiştine Tebqayê ji 100 hezar kesî zêdetir  e û ew koçber di rewşeke gelekî zehmet û dijwar de ne.

Ji destpêka êrişa çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê ve, (27ê Çiriya Paşîn a 2024an) hevdem û hevterîpî wê êrişê, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” êrişî herêmên gundewarê bakurê Helebê kir.

Li Til Rifet û deverên din, êdî ji wê rojê ve rewşa koçberên Efrînê li wan deran gelekî zehmet bû û pêla koçberiyê dest pê kir.

Çalekvan û mafnas Îbrahîm Şêxo ku berê li Şehbayê bû niha ji Tepqayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa hinek hûrgiliyên vê rewşa zehmet kir.

 

“Metirsî li ser rêyan hebû”

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku zêdeyî 100 hezar kesî ji herêma Şehbayê, Til Rifer û gundewarên din ên Helebê berê xwe daye Tepqayê û got:

“Hemû kes rewşa koçberbûnê dizane û ez jî yek ji wan 100 hezar kesên Efrînî yên koçber bûm e.

Pêla koçberbûnê duh dest pê kir û îro jî berdewam kir. Hinek îro gihîştin Tebqayê û bi rastî metirsî li ser rêyan hebû.

Hinek kesan rêya xwe winda kir û ketin destê çekdaran, hinek hatin û hinek jî heta niha me nedîtine û me nizanin rewşa wan çi ye.”

“Xelkê Tebqayê deriyên xwe ji koçberan re vekir”

Îbrahîm Şêxo amaje bi wê yekê ji ber ku biryara koçber biçin Tebqayê berê rojekê hat dayîn lewma amadekariyeke baş nehatibû kirin û wiha domand:

“Ji ber temamnebûna amadekariyan me gelekî zehmetî dîtin. Gelek kes di wesayîtên xwe de razan.

Her wiha hinek kes li dibistan û mizgeftan razan. Niha komîteyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser karên bilez dikin û hewl didin pirsgirêkan çareser bikin.

Birayên me yên li Tebqayê deriyên malên xwe ji me re vekirin.

“Kesekî ji bo nekeve destê çekdaran xwe kuşt”

Vê koçberiyê rojên 2018an anî bîra min, rewş gelekî dijwar bû, zarok digiriyan û kesekî ji bo nekeve destê çekdaran xwe kuşt.

Jinek li Til Rifetê har serjêkirin. Gelek tiştên bi vî rengî çêbûne. Eger ew rast misilman bûna ew tişt li jinên dîl nedikirin.

Çekdarên Hemzetê li Til Rifetê kesek kuştin û Heyeta Tehrîr El Şamê jî kesekî Êzidî kuşt.”

Çalakên sivîl û mafnas Îbrahîm Şêxo her wiha wan da zanîn ku wan dixwest vegerin Efrînê li ji ber rewşa heyî nikarin herin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst