Azad Osman: Kurd vedigerin Efrînê û Ereb jî vedigerin Helebê

14 demjimêr berê
RÛDAW
Azad Osman bû mêvanê Dildar Herkî /Wêne: Rûdaw
Azad Osman bû mêvanê Dildar Herkî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Azad Osman Efrîn Koçberî Şehba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encumena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman got, "Nêzîkî 45 hezar kes ji Şehba vegeriyane Efrînê."

Her wiha Azad Osman da zanîn ku hinek koçberên ji Helebê ji Efrînê vedigerin cih û warê xwe.

Heyeta Tehrîr El Şam û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê 27ê Çiriya Paşîn li Heleb û bakur û rojhilatê Sûriyeyê êriş dabûn destpêkirin.

Di encama wan êrişan da bi sed hezaran Kurd li cihên ku lê koçber bûbûn dîsa koçber bûn.

Hinek koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û hinek jî diçin herêma Efrînê ya dagirkirî.

Endamê Encumena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman beşdarî bultena Rûdawê û li ser rewşa koçberên Efrînê vegera wan bersiva pirsên Dildar Herkî da.

"Dê hejmar hîn zêdetir bibe"

Azad Osman got ku nêzîkî 45 hezar kes ji Şehbayê vegeriyane Efrîna Rojavayê Kurdistanê û ev hejmar dê hîn zêdetir bibe û ew dê herin ser mal û milkên xwe.

Her wiha Osman da zanîn ku bi hezaran koçberên Helebê ji Efrînê vedigerin cih û warên xwe û hîn jî vedigerin.

"Pêwîstî bi barhilgiran heye"

Li aliyê din Osman da zanîn ku hîn jî gelek koçberên Efrînê hene ku dixwazin vegerin lê ji ber ku wesayîtên wan tinin nikarin vegerin.

Endamê Encumena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman tekez kir ku ew hewl didin ji bo vegerandina wan koçberên ku mane li çareseriyan digerin û pêwîstiya wan bi bahilgiran heye.

"Koçberî qediya, vegerin!"

Derbarê derxistina astengiyan a li ber koçberan Azad Osman amaje bi yekê kir ku piştî xelk tê kontrolkirin tên berdan û pirsgirêkên zêde mezin derankevin.

Endamê Encumena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ji bo vegerê bangî xelkê Efrînê jî got, "vegerin êdî koçberî nema."

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst