Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên Kurd ên ku ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne bi hêvî ne vegerin warê xwe.
Malbatên Kurd ên ji Efrîn û Şehbayê ji komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê reviyane û li dibistaneke bajarê Qamişloyê bi cih bûne.
Koçberên Kurd dibêjin ji ber şer û koçberiya berdewam wan her tiştên xwe ji dest daye.
"Her tiştê me wêran bû"
Koçbera ji Şehbayê Îlham Horoyê got:
"Tiştekî me li Sûriyeyê nemaye, her tiştê ku me li Şehbayê ava kiribû wêran bû.
Em li dû otomobîlan siwar bûn û me her tişt li pey xwe hişt, me nikarîbû tiştekî jî bi xwe re bînin.
Li Efrînê şer du mehan berdewam kir, xelkê dizanî biçin kû derê û em li gel wan bûn.
Lê li Şehbayê mesele tenê saetek bû, di saetekê de her tişt çû, me nikarî tiştekî bînin û em reviyan."
Di rêya rev û derbideriyê de ber bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê, koçberên Kurd ji aliyê çekdarên nêzikî Tirkiyeyê ve rastî heqaretê hatibûn.
"Ji bo me tiştê herî girîng em vegerin warê xwe"
Koçberê Efrînî Mihemed Îbrahîm koçberbûna xwe wiha anî ziman:
"Bi zorê em derketin, di rê de em rawestandin, du sê demjimêran çêrî me kirin, digotin hûn beraz in.
Piştre em gihiştin Tebqayê, em ji wir jî hatin Reqayê û li dibistanê bi cih bûn lê ne bi dilê zarokan bû, piştre em hatin Qamişloyê.
Ya herî girîng ji bo me ew e ku em vegerin warê xwe, me tiştek navê tenê dixwazin vegerin warê xwe."
Rêxistinên mirovî yên li Rojavayê Kurdistanê, piştî ku Amerîkayê alîkariyên ji bo koçberan rawestandin hişyariyê didin.
"Biryara Trump bandoreke zêde li koçberan kiriye"
Endamê Rêxistina White Hopeyê Xelîl Xelîl li ser rewşa alîkariyê wiha axivî:
"Rewş gelekî xirab e, em wekî rêxistinên xwecihî yên li Cizîrê, şiyanên me nînin hemû pêdiviyan ji wan re dabîn bikin.
Pere li ser rêxistinan û li ser 100 welatan ji aliyê Serokê Amerîkayê ve hatine rawestandin, vê biryarê bandoreke zêde li rewşa koçberan kiriye."
Sala 2018an piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê ve, bi sed hezaran Efrînî ber bi navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê koçber bûn û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li nav çend kampan hatin bicihkirin.
Piştî ketina rejîma Beşar Esed û êrişên komên çekdar ên li hemberî hêzên Kurdan ên li Til Rifet û Şehbayê, koçberên ji Efrîn û Şehbayê neçar bûn berê xwe bidin herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse