Li Colemêrgê jina wenda 3 roj in nehatiye dîtin

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Feleknaz Keskîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehe Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, jina 55 salî ya berî 3 rojan wenda bûbû heta niha nehatiye dîtin.

Li Taxa Karşiyakayê ya Colemêrgê roja 9ê Nîsana 2025an Feleknaz Keskîn a 55 salî wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, tîmên parastina sivîlan, xelk û hêzên ewlehiyê ji bo dîtina wê dest bi xebatan kir.

Xebat 3 roj in li Çemê Katramasê û derdora wê berdewam dikin û heta niha Feleknaz Keskîn nehat dîtin.

Tîmên AFADê yên Sêrtê û tîmên bin avê yên Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê jî çûne Colemêrgê û piştgiriya xebatên lêgerînê dikin.

Rêvebirê AFADê yê Colemêrgê Erhan Kanat ragihand, xebatên lêgerînê bi beşdariya zêdeyî 100 karmendan berdewam dikin û drone jî têne bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst