Li Rihayê di navbera gundiyan û karmendên DEDAŞê de alozî: 7 kes hatin desteserkirin

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha DEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera karmendên DEDAŞê û gundiyan de alozî derket.

Di encama aloziyan de 7 kes hatin desteserkirin.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) îdia kir ku hinek cotkaran deynê xwe nedane û got:

“Li gundên Dawudî û Kerikê 6 aboneyên elektrîkê 13 milyon deynê xwe yên elektrîkê nedane.

Dema tîmên me çûn her du gundan û xwestin dest deynin ser 6 trafoyên elektrîkê rastî êrişê hatin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê di encama aloziyan de cendirmeyên ku bi tîmên DEDAŞê re çûbûn, li gundê Dawudiyê 3 kes û li gundê Kerikê 4 kes desteser kirine.

Sê kesên li gundê Dawudiyê ji aliyê cendirmeyan ve hatin berdan.

Çar kesên li gundê Kerikê hatin desteserkirin  ew şandin Dadgeha Rihayê.

Her çar kes piştî karûbarên yasayî bi biryara dadgehê hatin berdan.

DEDAŞê îdia kir ku li wan gundên li ser rêya Riha-Wêranşarê “13 trafoyên qaçax” hene.

Herwiha DEDAŞê diyar kir ku dê derbarê wan trafoyan de bi rêya parêzerên xwe gilî bike.

Li bajarên Riha, Mêrdîn û Amedê ku navendên çandiniyê ne gelek caran di navbera cotkar û kompanyaya DEDAŞê de pirsgirêk çêdibin.

DEDAŞ gelek caran bi piştgiriya cendirmeyan elektrîka gundiyan dibire û dest datîne ser trafoyên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst