Li Dêrezorê şer dijwartir dibe: 28 kes hatin kuştin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di şerê navbera Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û HSDyê de 28 kes hatine kuştin.

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Bi dijwarbûna êrişan re, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dan destpêkirin.

Piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û endamên eşîran de, HSDyê bajarokê El- Ezbayê yê li gundewarê Dêrezorê kontrol kir.

Herwiha HSDyê ji çekdarên mayî re demek diyar kir ku xwe radest bikin an jî ji bajêr derkevin.

28 kes hatine kuştin

Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de hata niha 28 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHRê 3 sivîl (du zarokên keç û jinek), 19 çekdar û endamên eşîran û 3 şervanên HSDyê hatine kuştin.

Heriwha SOHRê da zanîn ku herî kêm 15 kes jî birîndar bûne ku 8 ji wan endamên êşîran û 7 kes jî şervanên HSDyê ne. 

Eşîran gef li HSDyê xwar

Li aliyê din, hin eşîrên Dêrezorê ji bo berdana Ehmed Ebû Xewle 12 saet dem da HSDyê.

Endamên eşîran ên ku li ser medyaya civakî gef li HSDyê xwar û diyar kir ku eger Ehmed Ebû Xewle neyê berdan ew dê HSDyê bikin hedef.

Herwiha li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Dêrazorê ku roja duşemê hat dayîn, hat ragihandin ku Ebû Xewle ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û HSDyê ve ji erka leşkerî hatiye derxistin û li malê di bin çavdêriyê de tê girtin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî da zanîn operasyona leşkerî ya li Dêrezorê piştî agahiya ku DAIŞê serkirdeyekî nû destnîşan kir û dixwaze li vê herêmê êriş bike, dest pê kir.

Şamî got, “Li dijî her hewldanên astengkirina operasyona ewlehiya Dêrezorê wê heta dawiyê erkên xwe pêk bîne.”

“Têkiliyên wî bi Îran, Sûriye û îstixbarata Tirkiyeyê re hebûn”

Nûnerê MSDyê yê Almanyayê Dr. Rizgar Qasim ji bernameya "Çavê Sêyem" a Rûdawê re li ser desteserkirin serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle ya ji aliyê ve HSDyê axivî.

Dr. Rizgar Qasim got, “Eşkere bû têkiliyên wî bi Îran, rejîma Sûriyeyê û îstixbarata Tirkiyeyê re hebûn.”

Dr. Rizgar Qasım destnîşan kir ku bûyerên li Dêrezorê ji aliyê Tehran, Şam û Enqereyê ve hatin gurkirin û got:

"Têkiliyên wî jî eşkerebûn ku di hundirê mehwerê Astanayê de û dewletên di Astanayê de cihê xwe girtibû vê dema dawiyê çi bi Îranê re, çi bi rejîmê re û çi bi rêya hin kesan re bi îstixbarata Tirkiyeyê re jî hebûn."

Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ku di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye organîzekirin, ji şervanên Ereb pêk tê.

Di hin nûçeyên sala borî de ku di çapemeniyê de derketibûn, hatibû îdiakirin ku HSDyê ji Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê xwestiye ku 2 hezar şervan bişînin Minbic û Tel Rifatê lê Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle ev daxwaz red kiriye.

Herwiha hatibû îdiakirin ku Xewle gef xwariye û gotiye, “Eger hûn israr bikin em dê ji encûmena leşkerî veqetin.”

Piştî rizgarkirina parêzgeha Dêrezorê ji destê DAIŞê, beşeke Dêrezorê di bin kontrola HSDyê de ye.

Beşek jî di bin kontrola artêşa Sûriyeyê, grûpên Şîe yên Îran û Îraqê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst