Fermandarekî DAIŞê li Dêrezorê hat girtin

30-06-2024
Nîşan YPJ DAIŞ Fermandar Dêrezor Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) ragihand ku şervanan fermandarekî DAIŞê li Derezorê girtiye.

Navenda Ragihandinê ya YPJyê bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyand ku fermandarê DAIŞê yê bi navê Mihemed El Bexît ê bi nasnavê Ebû Xamid li Dêrezorê hatiye girtin.

“Hewl dida eşîran li dijî HSDyê sor bike”

YPJyê di daxuyaniya xwe de got:

"Serçete Mihemed El Bexît ê bi nasnavê Ebû Xamid ku demeke dûvdirêj çalakiyên terorîstî dimeşandin di encama operasyoneke taybet a hêzên YPJ û HSDyê de li herêma Dêrezorê hat girtin.

Serçeteyê DAIŞê Ebû Xamid bi salan li herêmê û Tirkiyeyê jî di bûyerên terorîstî de rol girtiye.

Ebû Xamid armanc dikir ku gelê li herêmê, bi taybet jî eşîran li dijî HSDyê sor bike û aloziyan derxe û aramiya li herêmê xera bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst