Li Wanê zarokekî 11 salî xeniqî

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çaldiranê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 11 salî yê ku ketibû golê xeniqî.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Wanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û ragihand ku zarokek di nav golê de xeniqiye.

Li gorî daxuyaniyê, li navçeya Çaldiranê zarokekî 11 salî ji bo xwe honik bike ketiya goleke nêzîkî taxê lê piştî demekê wenda bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê çûne cihê bûyerê û li zarok geriyane.

AFADê da zanîn ku piştî demekê cenezayê zarokê 11 salî ji nav avê hatiye derxistin û radestî tîmên tendirûstiyê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst