Li Wanê pevçûna li ser zozanan: 7 kes birîndar bûn

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Pevçûn Zozan Miks
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê şivanên 8 taxan li ser zozanan pevçûn. Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê îro li navçeya Miksê ya Wanê di navbera şivanên 8 taxan de ji ber çêrandina zozanan nîqaş derket.

Piştre welatiyên wan taxan jî hatin nav nîqaşê û şer destpê kir. Di şer de herî kêm 7 kes birîndar bûn

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û tê gotin ku rewşa hinek birîndaran ne baş e û helikopter çûne daku wan veguhêzin nexweşxaneyê.

Herwiha çûn û hatina bo wan 8 taxan jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst