Rapirsî - Li Rihayê kijan partî li pêş e?

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Riha DEM Partî AK Partî Partiya Jinûve Refah Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya ASALê li Rihayê di navbera namzedên du partiyan de 4,6 puan ferq heye.

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adara 2024an ji bo hilbijartinên xwecihî diçin ser sindoqan.

Di wan hilbijartinan de serokên şaredariyên bajar û bajarên mezin, endamên encûmena şaredariyên, muxtar û endamên desteya rihspiyan tên hilbijartin.

Di hilbijartinê de yek ji bajarên ku herî zêde tê meraqkirin û nîqaş li serê tên kirin Riha ye.

Li Rihayê di navbera namzedên DEM Partî, AK Partî û Partiya Yenîden Refahê de hevrikiyeke tund heye.

DEM Partiyê li Rihayê Celalettîn Erkmen û Gulşen Ozer wekî namzedên hevserokatiyê destnîşan kirin.

AK Partiyê jî Zeynel Abîdîn Beyazgul wekî namzed destnîşan kir.

Herwiha Partiya Yenîden Refahê jî parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Kasim Gulpinar wekî namzed diyar kir.

ASALê li Rihayê di navbera 16-21ê Adarê de bi 1500 kesî re rapirsiyeke rûbirû kir.

Lêkolîna ASALê encamên wê rapirsiyê parve kirin.

Di rapirsiyê de tê dîtin ku dê rikeberî di navbera AK Partî û Partiya Yenîden Refahê de derbas bibe.

Encamên rapirsiyê wiha ne:

AK Partî - Zeynel Abîdîn Beyazgul: Ji sedî 36,6

Partiya Yenîden Refahê - Mehmet Kasim Gulpinar: Ji sedî 32

DEM Partî - Celalettîn Erkmen û Gulşen Ozer: Ji sedî 22,6

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst