EFRÎN – Çekdarekî li ciwanekî Kurd xist: Hincet vê carê ecêbtir e

29-08-2024
Nîşan Efrîn Çekdar Ciwanê Kurd Lêdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarekî Firqeya Sultan Muradê li ciwanekî Kurd xist.

Li Efrîna dagirkirî çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de her roj bi hincet û behaneyên ecêb tadeyeke giran li Kurdan dikin.

Vê carê jî çekdarekî ji ber ku wî “otomobîla xwe bi lez nedaye alî” li ciwanekî Kurd xist.

Bûyerê êvara sêşemê li ber deriyê firneya Qazan a li ser rêya Helebê rû da.

Ciwanê bi navê Şiyar Husên ê ji bajarokê Meydankê dema otomobîla xwe diajot rastî êrişa çekdarekî Sultan Muradê hat.

Çekdar bi hinceta ku ciwanê Kurd otomobîla xwe ji rêya wî nedaye alî aciz bûye û ew daye ber lêdanê.

Çekdarên grûpa Emşatê jî 19ê Tebaxê li gundê Qirmitliqê yê nahiyeya Şiyê li 4 kesan dabû. 

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst