Gelo li 'Zapê kilîd' hat girtin?

3 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Mithat İşik û Yaşar Guler Wêne û vîdeo: Rûdaw
Mithat İşik û Yaşar Guler Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yaşar Guler Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Şerê PKK û Tirkiyeyê Operasyona Pence-Kilîdê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê îdia dike ku ew gihiştine armancên xwe yên operasyona Zapê û “kilîda” ku wan dixwest hatiye girtin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler derbarê operasyonên li Zapê got, “Êdî li Zapê kilîd hatiye girtin.”

Di derbarê gotinên Yaşar Guler de efserê malnişîn ê artêşa Tirkiyeyê diyar kir ku “artêşa Tirkiyeyê li Zapê armancên xwe pêk anîne.”

Yaşar Guler di dema gotûbêjên budçeya sala nû de behsa operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê kir û îdia kir ku “li Zapê kilîd hatiye girtin.”

Gotinên Wezîrê Parastinê ji gelek aliyan ve hatine şirovekirin zêdetir jî behsa wê yekê tê kirin ku operasyonên Tirkiyeyê êdî gihiştine qonaxeke nû.

Yaşar Guler behsa operasyonên artêşa Tirkiyeyê kir û got:

“Bi saya karên lehangane yên serbazên me êdî li Zapê kilîd hatiye girtin.

Çalakiyên me yên li herêmê bi heman awayî û bi biryarî dê bidomin.”

“Artêşa Tirkiyeyê çiyayên Lînikê û Kurejarê girtiye”

Li gorî gotina efserê malnişîn ê artêşa Tirkiyeyê kilîda operasyonên li Zapê girtina çiyayên Kurejar û Lînikê bûn ku "artêşê armanca xwe pêk aniye".

Bi dîtina wî êdî dikare bi saya hebûna xwe ya li her du çiyayan çavdêriya herêmeke berfireh bike.

Efserê malnişîn Mîthat Işik li ser gotinên Yaşar Guler ji Rûdawê re axivî û anî ziman:

"Li başûrê Zapê û li bakurê Şêladizê çiyayê Lînkê heye.

Hefteya borî artêşa Tirkiyeyê çiyayê Lînikê û Kurejarê girt.

Ev yek jî derfetê dide ku artêş ji milê başûr ve Zapê bi temamî dorpêç bike ku Zap bi xêra wî girî tê kontrolkirin û çavdêrî li ser tê zêdekirin.” 

Beşek şarezayên stratejiyên leşkerî jî behsa wê yekê dikin ku operasyonên artêşa Tirkiyeyê dê biharê zêdetir ber bi çiyayê Asosê û herêma Ranyeyê ve berfireh bibin. 

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Metîna, Basyan û Avaşînê yên nava axa Herêma Kurdistanê ji hewa û bejahî ve operasyona “Pençe-Kilîdê” dabû destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst