Li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” şer di navbera leşkerên Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de derk / Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.
Di çalakiya gerîlayan de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Wezaretê herwiha îdia kir ku 6 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.
Li hêla din, heta niha PKKyê derbarê mijarê ti daxuyanî nedaye.
“Operasyona Pence-Kilîdê”
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse