‘Operasyona Pence-Kilîdê’ bi dawî dibe

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Operasyona Pence-Kilîdê Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku havîna îsal "Operasyona Pence-Kilîdê" ya li Herêma Kurdistanê bi dawî dibe.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hewiha diyar kir ku "Operasyonên bêpêşbînî û bilez bi awayekî ku PKK nikaribe tevbigere dê berdewam bikin."

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê civîna xwe ya heftane ya çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de hat destnîşankirin ku "operasyon" berdewam dikin.

Herwiha di civînê de derbarê êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li nav axa Herêma Kurdistanê yên bi hinceta hebûna PKKyê jî agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Wekî ku Serokkomar û Wezîrê me berê jî gotibûn, dê vê havînê kilîda Operasyona Pence-Kilîdê bê girtin.

Di dema ku ev kilîd tê girtin de Wezîrê me diyar kir ku ka em dê bi çi prensîban bixebitin.

Operasyonên bêpêşbînî û bilez bi awayekî ku PKK nikaribe tevbigere dê berdewam bikin."

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst