Rêxistinên mafên mirovan: Divê cezayên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê bên betalkirin

2 demjimêr berê
Nîşan Werîşe Muradî Pexşan Ezîzî Girtîgeha Evînê ya Tehranê Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 18 Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kir û ji desthilata Îranê xwest cezayên îdamkirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê bên betalkirin.

Girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî li Girtîgeha Evînê ya Tehranê ne û Dadgeha Tehranê biryara îdamkirinê daye her du girtiyên siyasî.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku divê bi awayekî bilez cezayê îdamkirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradîyê bê betalkirin.

Rêxistinan amaje bi wê yekê jî kir biryara îdamkirina her du jinên Kurd binpêkekirineke eşkere ya mafên mirovan e.

Di berdewemiya daxuyaniyê de her wiha rêxistinan bangî civaka navneteweyî jî kir da ku zextê li Îranê bike û biryara îdamkirina her du girtiyên siyasî yên Kurd were betalkirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi mafê dadgehîkirina her du girtiyên Kurd hat kirin û wiha hat gotin:

“Wekî piraniya girtiyên siyasî, mafên Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên dadgehîkirina adil hatiye binpêkirin, mafên wan ê xwegihandina parêzeran hatiye binpêkirin û rastî zextên tund û şkenceyên nemirovane hatine.”

Pexşan Ezîzî ji Mehabadê ye û 4ê Tebaxa 2023yan tevî çend endamên malbata xwe li Tehranê ji aliyê Îtleata Îranê ve hat desteserkirin ji û bo Girtîgeha Êvînê ya Tehranê hat veguhastin.

Piştre bi “serîhildan û endamtiya grûpên çekdarî yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê” hat tohmetbarkirin bi îdamê hat mehkûmkirin.

Werişê Moradî jî parêzgeha Sineyê ye û 3yê Tebaxa 2023yan li ser rêya Merîwan û Sineyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat desteserkirin û bi heman tohmet hat dadgehkirin û bi heman cezayê hat mehkûmkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst