Gelo dê Mazlûm Ebdî bi Donald Trump re bicive?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Donald Trump Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Hewlêr) Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê diyar kir ku belkî tevî Mazlûm Ebdî biçin Amerîkayê û bi Trump re bicivin.

Piştî serkefina Donald Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de behsa wê yekê hat kirin ku dê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi Donald Trump re bicive.

Îlham Ehmedê li ser vê mijarê ji malpera El Monitorê re axivî  û diyar kir ku dibe ku ew û Mazlûm Ebdî bi hev re biçin Amerîkayê û bi kabîneya nû ya Donald Trump re bicivin.

Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên wan bi gelek berpirsên bilind yên kabîneya Donald Trump re baş in û helwesta wan li hemberî Rojavayê Kurdistanê dostane ye.

“Em dixwazin pêwendiyên me û Tirkiyeyê aştiyane bin”

Îlham Ehmedê di beşekkî din ê axaftina xwe de piştrast kir ku bi riya hinek navbênkaran hevdîtinên wan û Tirkiyeyê re hene û wiha got:

“Helwesta me ya bingehîn wekî xwe ye, em dixwazin li ser axa xwe bi azadî û bi ewle bijîn.

Em wekî hemû cîranên xwe, dixwazin pêwendiyên me yên aştiyane û avaker bi Tirkiyeyê re hebin.

Herêmên me amade ne ku xelkên ku ji herêmê reviyane Tirkiyeyê qebûl bike, çi ji Dêrikê û çi ji Dêrezorê bin.

Li hember vê yekê jî, divê Tirkiye rê bide ku welatiyên me vegerin Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst