MHPyê daxuyaniyeke nû da: Gelo dê cezayên girtiyên nexweş bên bipaşxistin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Fetî Yildiz MHP DEM Partî Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê MHPyê yê Fetî Yildiz diyar kir ku divê cezayên girtiyên nexweş bên bipaşxistin û mafê hêviyê yên girtiyan jî were bicihanîn.

Alîkarê Serokê MHPyê yê Karûbarên Hiqûq û Hilbijartinan Fetî Yildiz li ser pêşhatên pêvajoya nû axivî.

Fetî Yildiz li Parlamentoya Tirkiyeyê di komîsyona budceya Wezareta Dadê ya 2025an de behsa girtiyên nexweş û mafê hêviyê yên girtiyan kir.

Fetî Yildiz diyar kir divê cezayên girtiyên nexweş bên bipaşxistin. Yildiz amaje bi wê yekê jî kir ku di warê “mafê hêviyê” yên girtiyan jî de ew li gel DEM Partiyê hevnêrîn in.

“Divê cezayên girtiyên nexweş bên paşxistin”

Feti Yildiz di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi rewşa girtiyên nexweş û yên temen mezin kir û got:

“Bêyî ku li nêrîna wan a siyasî bê nêrîn cezayê girtiyên nexweş an jî temen mezin ku nikarin pêwîstiyên xwe bînin cih divê bên bipaşxistin.

Beriya niha hinek guhertin hatine kirin lê bûye wek boxçeyeke pînekirî. Pêwîste jinûve bê sererastkirin.”

Li aliyê din, Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî di heman rûniştinê de behsa “mafê hêviyê” kir.

Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê beriya niha ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan biryar dabû ku ew mafê wî hatiye binpêkirin.

Fetî Yildiz careke din li ser axaftina Meral Daniş Beştaşê axivî û da zanîn ku ew tevlî nêrîna DEM Partiyê dibin û divê mafê hêviyê bê bicihanîn.

22ê Çiriya Pêşîn Serokê MHPyê Devlet Bahçeli li Parlamentoya Tirkiyeyê behsa mafê hêviyê yê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kiribû û gotibû bila Ocalan bê li Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê biaxive.

Devlet Bahçelî 26ê Çiriya Paşînî jî di civîna koma partiya xwe de got, “Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û koma DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî heman rojê eşkere kir ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst