Hewlêr (Rûdaw) – Hat diyarkirin ku li parêzgeha Mêrdînê di navbera hêzên ewlehiyê û gerîlayên PKKyê de pevçûn derketiye û gerîlayê bi navê Feraşîn-Bedran canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di encama bi ser de girtina malekê de pevçûn derketiye.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku di pevçûnê de gerîlayê bi navê Feraşîn- Bedran (Ramazan Aktaş) canê xwe ji dest daye.
Alî Yerlîkaya her wiha diyar kir ku li wê mala ku Aktaş lê bûye çeka M16, çeka cureya AKIS, 5 fîşekên M16yê, 5 şerjorên tije yên AKISê 4 bombeyên destan, 2 powerbank, 3 dûrbîn, êlekek, çenteyek, sîwaneke termal, panela tavê jî hatine dîtin.
Divê were gotin ku heta niha PKKyê li ser bûyerê ti daxuyanî belav nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse