Li Bakurê Kurdistanê berf û bager bi bandor e

28-11-2024
RÛDAW
Nîşan Berf Serma Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê wekî Erzirom, Wan, Sêwaz, Agirî, Qers, Mûş, û Erdexanê berf û bager bi bandor e.

Li Erziromê piştî barîna berfê ya bi navber a 3 rojan bi ser hev, bû hişkî û bi şev jî germahî 10 pile di bin sifirê de hat pîvan.

Li bajêr bi tesîra sir û seqemê baniyên avahiyan û şadirwanan şembelûk girtin, ekîbên şaredariyê jî xebatên avêtina berfê didomînin.

Agirî

Li Agiriyê duh piştî barîna berfê navenda bajêr û dorberê wê bi berfê spî bû.

Xelkê bajêr ji  ber sir û seqemê otomobîlên xwe bi cilikan nixumandin.

Di vê navberê de hinek deverên bajar germahiya hewayê 14,5 pile di bin sifirê de hat pîvan.

Qers

Li Qersê piştî ketina berfê hewa sar bû.

Germahiya hewayê di bin sifirê de li navenda bajêr 4 pile, li navçeya Sariqamîşê jî 10 pile hat pîvan.

Ji ber sermayê welatiyan wesayîtên xwe nixumandin.

Li navçeya Sariqamîşê jî şembelûk çêbûn.

Erdexan

Li Erdexanê berfa ku li cihên bilind dibare, vedigerîne bagerê.

Li bajêr li ser rê û peyarêyan cemed çêbû, lewma welatî bi zehmetî dikarin bimeşin.

Zarokan jî li navenda bajar keysa xwe li barîna berfê anî û leyîstin.

Li Wanê berf dibare û bager e

Li navenda Wanê stûriya berfê derket 10 santiman û di çûyîn û hatinê de tengasî derdikeve.

Bi ketina mesafeya dîtinê re şofêran tengasî kişand, li deverên bilind wesayît di rêyan de man.

Şêniyên bajêr ji bo ku xwe ji berfê biparêzin, ketin binê rawestgehên otobûsan, hin welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe yên parqkirî avêt û berfa pêşiya kargehên xwe paqij kirin.

Li Sêwazê rêyên gundan hatin girtin

Li gorî daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr li tevahiya bajêr ji bo vekirina rêya gundan xebat dewam dikin.

Cihên ku nexweş lê hene, jinên ducanî diwelidin û mirî çêdibin, pêşiya rêya wan deran tên vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst