HSD operasyonên berfireh li nava bajaran encam dide

28-08-2023
Hisên Omer
HSDyê li herêma Dêrazorê dest bi operasyonê kiriye
HSDyê li herêma Dêrazorê dest bi operasyonê kiriye
Nîşan HSD Operasyon Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê operasyona bi navê " Xurtkirina Ewlehiyê" bi rê ve dibe.

Piştî ku Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê hate girtin, rewş aloz bû û şer di navbera HSDyê û Encûmena Leşkirî ya Dêrezorê de derket.

Duh bi şev qedexeya çûnûhatinê li Hesekê hat ragihandin û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ketin amadebaşiyê.

HSDyê li herêma Dêrazorê duh bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dest bi operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina HSDyê, armanca operasyonê, jinavbirina paşmayên şaneyên DAIŞê û rêgirê li êrişê wê ne.

Herwiha operasyon li dijî tawanbaran e ku zordarî li nişteciyan kiriye û bazirganiyê bi pariyê jiyana xelkê navçeyê dikin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê bi dest xistine,  Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl ê bi nasnavê Ebû Xewle û çend fermandarên encûmenê ji aliyê hêzên HSD û Amerîkayê ve hatine desteserkirin.

Di vîdeoyekê de Edhem el-Xibêl ê birayê Ebû Xewle, girtina birayê xwe piştrast kir û gef li HSDyê xwar.

Birayê Ebû Xewle, Edhem El-Xibêl got, “Pirsgirêkê çareser bikin û girtiyan berdin. Eger na, bi Xwedê em navçeyê li wan bikin agirê sor, ji avê heta Cizîrê."

Bepirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl ji Rûdawê re got operasyon ne tenê li dijî DAIŞê ye di heman demê de li dijî wan kesan e jî ku di nav HSDyê de xirabiyê dikin.

Di heman dema destpêkirina operasyona Bicîkirina Ewlehiyê li Dêrezorê, hêzên HSD û Asayişê rêkarên ewlehiyê yên tund li derdora Zindana Sînaayê ya li Taxa Xiwêranê ya Hesekê girtibûn ber û qedexeya çûn û hatin li hin taxên bajêr sepandin.

Hêza Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Mala Celal el-Xibêl, taxa Xeşman dorpêç kiribû.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hewla îsyanê li nav zindanê hatibû dayin lê tu girtiyek ji zindanê nereviyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst